YPS: Sê rêhevalên me ji ber bomberdûmanê gihiştin şehadetê

20170920-ic-manset-fotografi-icin77ad9c-image

YPS’ê diyar kir ku şervanên wan ên bi navê Arjîn Amed, Mervan Amed û Şîlan Zerya gihiştine şehadetê.

NAVENDA NÛÇEYAN – ROJACIWAN

Yekîneyên Parastina Sivîlan (YPS) ev agahî dan:

“Di 5’ê Îlonê de balefirên şer qada Heftborya ya Bestayê ya li Şirnexê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de hevalên me Arjîn Amed, Mervan Amed û Şîlan Zerya gihiştine şehadetê. Di heman rojê de 2 helîkopteran di saet 19.30’an de qad bomberdûman kirine û hêzên şerê taybet ên AKP’ê li Besta Hincê, Mintika Çala û Mintika Girêdem operasyonek dane destpêkirin û ev operasyon di 6’ê Îlonê de bi paş ve hatiye kişandin.”

Agahiyên sicîlê yên hevalên me yên şehîd wiha ye;

Arjin Amed (Gülseren Aybey)

 

Navê Kod: Arjin Amed
Nav Paşnav: Gülseren Aybey
Cih û dîroka Jidayikbûnê: 1979 Adana
Navê Dê û Bav: Remziye – Hikmet

 

Şilan Zeryan (Esin Kar)

 

Navê Kod: Şilan Zeryan
Nav Paşnav: Esin Kor
Cih û dîroka Jidayikbûnê: 1988 Amed
Navê Dê û Bav: Zülfiye – Fetih

 

Mervan Amed (Cafer Yıldız)

 

Navê Kod: Mervan Amed
Nav Paşnav: Cafer Yıldız
Cih û dîroka Jidayikbûnê: 1983 Amed/Ergani
Navê Dê û Bav: Heyriye – Fadli