‘Sêvê Demîr’ li dijî zilmê navê berxwedanê ye

Sêvê ya ku li sîlopiyê di serdema berxwedanê de li dijî zilma dewletê qet gelê Sîlopiyê tenê nehişt, di 4’ê çileya bi jinên kurd ên siyastmedar re Pakîze Nayir û Fatma Uyar re bi destê tîmên taybet ên dewletê hatin qetilkirin.

AMED – ŞÛJIN

Endama PM’ê ya DBP’ê Sêvê Demîr ya ku li Sîlopîyê li dijî zilmê qet jin zarok, ciwan, kal û pîr tenê nehiştin bi du hevalên xwe re di 4’ê Çileyê de hat qetilkirin. Sêvê Demîr bi têkoşîna xwe nîşan da ku ji bo gel çawa têkoşîn tê meşandin.

Polîtîkayên zilm û çewisandinê yên dewletê ku li ser gelê kurd dide meşandin wekî her zarokek kurd di temênê xwe yê biçûk de bandor li ser Sêvê Demîr jî kir. Sêvê demîr ya ku di sala 1974’an de li Sitewrêya Mêrdînê hat dinê, di 4 saliya xwe de li gel malbata xwe ya ku mecbûr ma koçî Manêsayê bike koçber bû. Kevneşopiya têkoşîna Sêvê Demîr ji têkoşîna wê ya li metrepolan a ji bo parastina zimanê wê yê dayikê tê. Sêvê li gel ku li metrepolan jiya jî tu hêzê ew ji têkoşîna wê ya kurdî dûr nexist. Zilm û zordestiya li ser gelê kurd dihat meşandin ji cîranên xwe yên ku wekî malbata wê koç kiribûn guhadar dikir. Sêvê ya ku zilma li ser kurdan dihat meşandin qebûl nekir di temenê xwe yê biçûk de tevli têkoşînê bû. Sêvê ya kut evli têkoşînê bû bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” du salan di girtîgehê de ma û piştî derket şûnde têkoşîna xwe ji cihê mayî berdewam kir.

Li dijî tecrît û asîmîlasyonê 68 rojan greva birçîbûnê

Sêvê ya ku li Manîsayê di sala 2004’an de wekî rêvebera DEHAP’ê ya bazkê jinan dest bi xebatê kir, piştî wê li nava Tevgera Azad ya Jinan (DOKH) û li Komîsyona Jinan a KCD’ê bi awayekî aktîf têkoşîna xwe berdewam kir. Sêvê di sala 2009’an de di encama operasyonên qirkirina siyasî yên li ser KCD’ê de hat hat girtin. Sêvê piştî ku bi giştî 5 salan di girtîgehê de ma di 12’îlona 2012’an de gireva birçîbûnê ya ku li girtîgehan hat destpêkirin bi banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî kir.

‘Dema ku ez mirim divê xwîna min li ser xaka min biherike’

Sêvê piştî ku serbest hat berdan ji derdora xwe re gotiye ku aramanca wê ya kekem ew e ku li têkoşîna xwe vegere. Sêvî ya ku diyar kir ‘kar zêde ye û em dibin dagirkeriyê de ne’ piştre berê xwe da cihê berxwedanê Sîlopiya Şirnexê. Sêvê ya ku xatir ji dayika xwe ya hatibû wê bibîne xwest ji dayika xwe re wiha dibêje: “Em li vê derê ji bo gelê xwe û welatê xwe têkoşînê didin. Ger ku ez bimirim divê xwîna min li ser vê xakê biherike û divê mirina min bi şanazî be.”

Sêvê ya ku li sîlopiyê di serdema berxwedanê de li dijî zilma dewletê qet gelê Sîlopiyê tenê nehişt, di 4’ê çileya bi jinên kurd ên siyastmedar re Pakîze Nayir û Fatma Uyar re bi destê tîmên taybet ên dewletê hatin qetilkirin.


Fatma Uyar: Li dijî mêran serî netewînin

Pakîze: Divê em ji bo gelê xwe bixebitin